Di derheqa vaksînên COVID-19
Hemû kesên temen 5 salî û mezintir yên li Australia dimînin, û hinek zarokên temen 6 mehî heya 4 salîyan, mafdarin ku vaksîna COVID-19 li xwe bidin.
dîtina klînîkek û çîhveqetandin
Vakasînên COVID-19 bo hemû kesên li Australia dimînin belaş in. Di virde ew kesên bû qertê Medicare, gerokên ên ji derve, xwendevanên navnetewî, karkerên mahacir û daxwazvanên penaxwazîyê. Vaksînkirin wê alîkarî bik bo we, malbat û civata we ji COVID-19 biparês e.
Hikûmeta Australîya vakslêdanê bo tu kesî ferz nekirîye û hûn dikarin hilbijêrin ku vaksîna li dijî COVID-19 li xwe nexin
Hinek fermanên tenduristiya civakî yên welayet û herême di hin mercan de dikarin vaksînkirinê ferz bikin. Wek mînak, ji bo hin celebên kar û ji bo hin çalakiyên cavkê.
Vaksîn bi ewle ne
Vaksînên COVID-19 bi ewle ne û jîyanê xilas dikin. Li Australia, Therapeutic Goods Administration (Karbidestîya Pergalên Tedawîyê (TGA)) bi berdewamî ji nêzde çavdêrîya ewlehîya vaksînên COVID-19 û bandorên hesasîya wan dike.
Di derheqa her vakînên li Australia têne beydabûn bêtir fêr bibin:
Vaksîyên COVID-19 laşê we fêrî deravêtina vîrûsê dike dema nêzikahîya we bi wêre çêbû.
Heke pirsên we an jî xemgînîyek we piştî vakslêdanê hebin, bi clînîka vakslêdana xwe and bi doktorê xwe re pêwendî girê bidin.
Zêdetir fêr bibin di derbarê piştî vaksînkirina xwe çi hêvî dikin.
Kê divê bê ne vaksînkirin
Dive herkes ên temen 5 salî û mezintir i hember COVID-19 dive werin vaksînkirin.
Wergirtina vaksîna COVID-19 we ji nexweşîyek giran an ji mirina ji ber COVID-19 diparêze.
Wergirtina vaksînkirinê herweha yarmetî dike bo parastina kesên li derdorên we ku belavbûyîna vîrûsê hêdî dike.
Ji bo ku hûn bi vakslêdana xweya COVID-19 re nûve werin hesibandin, divê hûn ew hemî dozên ku ji bo temen û hewcedariyên tenduristiya we hatine pêşniyarkirin li xwe bidin.
Hinek mindalên temen 6 mehî heya 4 salî ewên bi giranî qelsîya parastina pergala bûnyatê ne, seqetîya wan hebe, an merêcn tendurîstîya pircûre û/an yeka tevlehevî kû îhtîmala rizqên nexweşîyek giran ji be COVID-19 ne wê mafdar bin ji bo vaksîna COVID-19.
Çêkirina qewlek/radevûyek ji bo ew kesên di nav komika vî temenîda ne dikarin bi rêya Vaccine Clinic Finder çêbikin. Berdewamî bişopîne bo qewil çêkirinê, ji ber ku wê bi berdewami ji hêla pêşkêşkarên derzîlêdanê randevû wê zêde bêtine amadekirin.
Zarokên/mindalên temen 6 mehî heya 4 salî divê evana werbigrin:
- dozên pêşîn ên sereta a 1 û 2 ên vaksîna COVID-19
- 3 doza sereta bo a pêşîn heke bi xidarî xwelsîya pergala parstinê hebe.
Zarokên temen 5 salî heya 11 salî divê evana werbigrin:
- dozên pêşîn ên sereta a 1 û 2 ên vaksîna COVID-19
- 3 doza sereta bo a pêşîn heke bi xidarî xwelsîya pergala parstinê hebe.
Zarokên temen 12 salî heya 15 salî divê evana werbigrin:
- dozaja vaksîna COVID-19 a sereta ya pêşîn 1 û 2
- heke ew bi giranê qelsîya parastina bûnyatê bin dozaja pêşîn a sereta 3.
- dozajek zêdeker a vaksîna COVID-19 heke ew:
- bi giranê qelsîya parastina pergala bûnyatê bin
- seqetîyek ku seqetîyek li gel hewcedarîya tenduristek tevlihevi hebe
- tevlihevîyek û/an mercên tenduristîyek pircûre ku ew rizqên COVID-19 a giran zêdetir dike.
Heke hûn ne pişterast bin heke divê zarokê we divê zêdekerek werbigire pêwendî bi doktorên xwer re daynin.
Herkesê temen 16 salî û mezintir divê evana werbigrin:
- dozaja vaksîna COVID-19 a sereta ya pêşîn 1 û 2
- heke ew bi giranê qelsîya parastina bûnyatê bin dozaja pêşîn a sereta 3
- dozajek vaksîna zêdeker a COVID-19.
Dozajên çaremîn
Bo mîrovên ku di xeterîya nexwsîyek giran da ne ji bo wan têye pêşnîyarkirin da ku ew, dozajek zêde a zêdeker, an dozajek çaremîn a vaksîna COVID-19 3 meh piştî dozja zêdekera xwe ya yekemîn li xwe bidin.
Ev yeka wê dozaja pêncemîn be ji bo ew kesên ku bi giranî qelsîya parastina bûnyatê, ên ji mêjde mercên tendûrîstîya wan xirabe an seqetîyek wan hebe.
Divê hûn dozajek çaremîn werbigrin heke hûn:
- temen 50 salî û mezintirin
- niştecîhek cîhê pîr ê kalan an li tesîsên cîhê lênêhrîna seqetîyê bin
- bi giranî xwedan qelsîyek parastina bûnyatê ne ( eveya wê dozaja pêncemîn be)
- Aborjînî an ji Girava Torres Trait û teme 50 salî û mezintir bin
- 16 salî an mezintir ku xwedan mercên bejîjkîyek kû rêzqê nexweşîyek ji ber COVID-19 zêdetir dike
- temen 16 salî an mezintir bi seqetî an hewceyên tenduristiyê yên pir tevlihev.
Mîrovên temen 30 heya 49 salî heke bixwazin dikarin dozaja çaremîn werbigrin.
Heke hûn ne pişterastin bi doktorên xwe re bipeyîvin ku hûn divê ku dozajek zêdeker li xwe bidin an na.
Heke encama testa we ya ji bo COVID-19 erênî/pozîtîf derkeibe, tê pêşniyar kirin ku hûn 3mehan piştî enfeksiyona COVID-19 rawestin berî ku hûn dozaja xweya vaksîna COVID-19 yeka din li xwe bidin.
Mîrovên ku piştî dozaja xwe ya zêdeker bi COVID-10 ketibin divê ew jî dîsa divê ew 3 meh bisekinin berî ku dozaja çaremîn werbigrin.
Girîng e ku hûn bi vaksînên xwe yên COVID-19 re hempayê rojane bimînin. Herm bîrovekî dibe ku hewcê wan bi vaksînek cûde a COVID-19 û di wextek cûde da hebe. Bi dabînkerê xwe ê lênêrîna tenduristiya we re bipeyivin da ku hûn bizanibin hewcê malbata we bi çiye ku bikin ew bi nûjenî ya hempager bimînin.
Zarok
Vaksînên COVID-19 ko bo zarokan bi ewle ye.
Zarokên kû hatine vaksînkirin dikarin bibin alîkar ku ew pêşî li belavbûhîna vîrusê li xwisk û birayên piçûk, dapîr û civata firehtîr bigrin.
Di derheqa vaksînên COVID-19 bo zarok û ciwanan zêde agahdar bin.
Jinên bi hemle an ên şîrdidin
Vaksînên COVID-19 bi ewle ne heke hûn bihemle/dûcan bin, şîr din, an jî ji bo bihemlemayînê planek dikin. Hûn dikarin vaksîna xwe di her heyamek bihemlebûyînê da li xwe bidin.
Di derbarê vakslêdanên ducaniyê, şîrdanê, û COVID-19 de bêtir fêr bibin.
Mîrovên astengdar/seqet
Kesên biasteng bi xetereya nexweşiya giran a ji ber COVID-19 re rû bi rû ne û divê ew vaksînên xwe li xwe bidin.
Heke hûn bêtir alîkarî an jî piştgirî dixwazin, hûn dikarin li ser 1800 643 787 bi Xetalîkarîyê ya Disability Gateway re têlefon bikin. Ew dikarin ji bo we kada qewlek çêbik in.
Heke hewcê we bi tercûmanek heye, têlefona Kargûzarîya Tercûmanî û Wergerînê li ser 131 450 bikin û ji wanre bêjin bila têlefona Rêdergeha Seqetîyê bikin.
Kesên niha ku pirsgirêkên wan ên tendirustîyê hene
Kesên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene ji COVID-19 di xetereya nexweşiya giran de ne û divê vaksîna xwe li xwe bidin.
Lige pêşkêşkarên lênêrîna tenduristîyê ên xwe di derheqa qençtirîn vakînên bi gorî mercên we biaxifin.
Li kêder têye vaksînkirin
Hûn dikarin vaksînên xwe li van deveran li xwe bidin:
- Clînîkên Hikûmeta Nawendî a bo vaksînlêdanê
- Pêşdarîyên ên tenduristîya gelemper
- Kagûzarîyên Tenduristîya Civakî ku ji hêla Aborcîyanva tê Kontrolkirin
- Klînîkên wîlayet û herêma, û dermanxaneyê pêşdarbûyî
- Derman xwanên bêşdar dibin.
Diktorê we ê malbatê nikare mesrefên vaksînê.
Ji bo ku hûn klînîka vakslêdanê a herî nêzikî we bibînin û qewilek ji bo lêdana vaksîna xwe Lêgera Vaccine Clinic Finder (Clînîka Vaksînê) bikar binin. Heke hewcê we bê tercumanek bi tîlê an ji li ser cîhê vaksînlêdanê hebe bi ew roja randevûya we, li ser 131 450 tîlefona Kargûzarîya Wergerîn û Tercûmanî yê bikin.
Heke qertê we ê Medicare tune be
Heke qertê we ê Medicare tune be, hûn dikarin li van deveran vaksîna xwe li xwe bidin:
- Clînîkên Hikûmeta Nawendî a bo vaksînlêdanê
- klînîka vakslêdana welayet an herêmê
- derman xwanên bêşdar dibin.
‘Hey Eva’ – Hêsanî Bidestxistina Vaksînê
EVA, xizmetkarîyek hêsa a bi rêya têlefonê ye bo qewil çêkirina vaksîna COVID-19 ye. EVA, di naveyna kadjimêr 7am heya 10am (AEST) dixebite, û 7 rojên hefê jî vekirî ye.
Dema we mesajek ji EVA re şand hûnê bersivek ku ji we dipirsin biştînin:
- nav
- zimanê daxwazkirî
- tarîx û kada daxwazkirî
- hêjmara herî başa bo ku ji were telefon bête kirin.
Karmendek perwerde kirim ji National Coronavirus Helpline wê di wexta ku we gotîye ji bo qewil çêkirina bo vakslêdana COVID-19 wê têlefona we bike.
EVA agahdarî û şîretên li ser vaksînên COVID-19 pêşkêş dike û alîkarî dike di derbarê:
- pêşkêşkirina agahdarî û şîretên li ser vaksînên COVID-19
- alîkarîya bo dîtina clînîkek bê çêkirina qewlekî
- alîkarîya bo dîtina clînîkek bê çêkirina qewlekî
- çêkirina têkilîyên we bo alîkarîya tercûmanîya belaş.
Ji bo alîkarîya radevûyek bo vaksîna COVID-19, ji 'Hey Eva' re SMS bi rêya kargûzarîya EVA' a paşve têlefonkirini li ser 0481 611 382 bi rêkin. EVA 7 rojên heftê, ji 7 am heyat 10pm-ê (AEST) vekirêye.
Berîya vaksîna COVID-19
Gere we heta neha wiya nekiribe, randevûyek çêbik in.
dîtina klînîkek û çîhveqetandin
Heke kerta we a Medicare hebe, binhêrin ka hûragahîyên li ser nûjen in:
- li ser hesabê weyê Medicare an li serhêl bi rêya myGov
- di aplîkasyona Medicare li ser Express Plus
- bi rêya têlefoê a bo Services Australia.
Dibe ku ji we were xwestin da ku berî hevdîtina we forma destûrdayînê tijî bikin, an jî heke hûn ji bo mîrovek din biryara vaksînkirinê didin.
Formê destûrdayînê bixînin.
Agahdarî û formên destûrdayînê bo zarokên 5 heyat 11 salîyan bixînin.
Biştî vaksîna we a COVID-19
Piştî vaksînkirinê a we hûnê herî kêm 15 deqe ji ber reaksiyonên hesasîyetê ên kêmderbûyî pêtne çavdîrî kirin. Ew kesên ku derzî li we dixe hatine perwerde kirin ku bi çi awahî midaxlek zûtîrîn di cîhde a peydabûna hesasîyetê bikin.
Bi taybetî hesasîyên ji ber vaksînên COVID-19 sivik in û di nav 1 heta 2 rojan de debas dibin. Heasîyetên hevpare evana ne:
- êşa li ser mil a cîhê derzî lêketîye
- westiyayî
- serêşî
- êşa masulê
- ta û serma.
Mîna her derman an vaksînê, dibe ku bandorên hesasîyetê yên kêmdîtî an ên nenas peyde bibin. Heke hûn difikirin ku bi were banorek hesasîyetek xidar bi were heye pêwendî li gel pisporên lênêhrîna tendustîyê, an Xetalîkarîya Koronavêrûs a Netewî bikin.
Heke hewcê we bi tercûmanekî heye, têlefona Xetalîkarîya Koronavûrûs a Netewî bike û bijarta 8 biniqîn e.
Delîlê Vakslêdanê
Hûnê bikaribin bi gihîştina Daxwuyaniya Dîroka Vakslêdanê ya xwe delîlek vakslêdanna COVID-19 bidest bixin.
Bi van rêyan hûn dikarin xwe bigihînin Belgenameya Tarixa Derzîlêdanê:
- serhêlê/online, bi sazkirina hesabê xweya myGov û dûve re vegihandina hesabê xwe yê serhêl ê Medicare
- Bi rêya Express Plus Medicare mobile app.
Heke qertekî we ê Medicare tûnye, an jî hûn nikarin bikevin hesabê myGov, hûn dikarin bi vî awahî Belgenama Tarîxa Derzîlêdana xwe werbigrin:
- ji pêşkêşkarê vksînlêdanê bixwazin ku kopîyek ji were çapbikin; an ji
- Têlefona xeta lêpirsînê ya Australia Immunisation Register bike li ser 1800 653 809 (8 am - 5 pm ji duşemê heya Înîyê AEST) û ji wan daxwaz bike ku daxwîyanîya we bi e-namê ji were bête şandin. Dikare heta 14 rojn ji bikişîne da kû ev were email a we.
Bo agahdarîya zêde da hûnê çawa bikaribin belgenama delîlên vaksînlêdana xwe a COVID-19, malpera Services Australia website bibînin.
Ji bo agahdarîyên pêbawer biçîn kurê
Ev yeka girîng e ku hûn li ser COVID-19 û bernama vakslêdana COVID-19 de bi çavkanîyên pêbawer û yên fermî ahagdar bimînin.
Bersivên pirsên hev par ên derheqa vaksîna COVID-19 bi 63 zimanan peyda dibin.
Pakêten agahdarîyên di derheqa vaksînên COVID-19 ji çavakîyên ziman têye peya kirin.
Agahdarîyên li ser COVID-19 ên bi zimanê we bixînin.