Di derheqa vaksînên COVID-19

Hemû mîrovên temenên wan 5 salî û berjort dikarin bo vaksînlêdana xwe wextek ango qewlek dayne.

dîtina klînîkek û çîhveqetandin

Vakasînên COVID-19 bo hemû kesên li Australia dimînin belaş in. Di virde ew kesên bû qertê Medicare, gerokên ên ji derve, xwendevanên navnetewî, karkerên mahacir û daxwazvanên penaxwazîyê. Vaksînkirin wê alîkarî bik bo we, malbat û civata we ji COVID-19 biparês e.

Hikûmeta Australîya vakslêdanê bo tu kesî ferz nekirîye û hûn dikarin hilbijêrin ku vaksîna li dijî COVID-19 li xwe nexin

Hinek fermanên tenduristiya civakî yên welayet û herême di hin mercan de dikarin vaksînkirinê ferz bikin. Wek mînak, ji bo hin celebên kar û ji bo hin çalakiyên cavkê.

Vaksîn bi ewle ne

Vaksînên COVID-19 bi ewle ne û jîyanê xilas dikin. Li Australia, Therapeutic Goods Administration (Karbidestîya Pergalên Tedawîyê (TGA)) bi berdewamî ji nêzde çavdêrîya ewlehîya vaksînên COVID-19 û bandorên hesasîya wan dike.

Di derheqa her vakînên li Australia têne beydabûn bêtir fêr bibin:

Vaksîyên COVID-19 laşê we fêrî deravêtina vîrûsê dike dema nêzikahîya we bi wêre çêbû.

Heke pirsên we an jî xemgînîyek we piştî vakslêdanê hebin, bi clînîka vakslêdana xwe and bi doktorê xwe re pêwendî girê bidin.

Zêdetir fêr bibin di derbarê piştî vaksînkirina xwe çi hêvî dikin.

Kê divê bê ne vaksînkirin

Dive herkes ên temen 5 salî û mezintir i hember COVID-19 dive werin vaksînkirin.

Wergirtina vaksîna COVID-19 we ji nexweşîyek giran an ji mirina ji ber COVID-19 diparêze.

Wergirtina vaksînkirinê herweha yarmetî dike bo parastina kesên li derdorên we ku belavbûyîna vîrûsê hêdî dike.

Ji bo ku hûn bi vakslêdana xweya COVID-19 re nûve werin hesibandin, divê hûn ew hemî dozên ku ji bo temen û hewcedariyên tenduristiya we hatine pêşniyarkirin li xwe bidin.

Zarokên temen 5 heya 15 salî divê vana pêk bînin:

  • dozên pêşîn ên sereta a 1 û 2 ên vaksîna COVID-19
  • 3 doza sereta bo a pêşîn heke bi xidarî xwelsîya pergala parstinê hebe.

Hemû kesên temen 16 salî û mezintir divê vana pêk bînin:

  • dozên pêşîn ên sereta a 1 û 2 ên vaksîna COVID-19
  • 3 doza sereta bo a pêşîn heke bi xidarî xwelsîya pergala parstinê hebe
  • dozel zêdeker ya vaksîna COVID-19.

Her weha divê hûn dozek zivistanê ya COVID-19 li xwe bidin heke we 4 meh berê doza xweya zêdeker li xwe dabû û hûn in:

  • 65 salî û mezintir in
  • nîştecîhek cîhê kal û pîran an ên li tesîsên lênêrîya seqetîyê
  • 16 salî û mezintirin û bi giranî qelsîya pergala bûnyatê ne
  • Aborjînî an Girava Torres Strait û temen 50 salî û mezintir in.

Heke netica teta we a COVID-19 erênî/pozîtîf derket têye pêşnîyarkirin hûn 3 meh li bendê bimînin berî ku hûn dozaja xweya paşîn a vaksîna COVID-19 li xwe bidin.

Kesên ku COVID-19 piştî doza xwe ya zêdeker pê ketine divê herî kêm 3 mehan li bendê bin berî ku dozek zivistanê li xwe bidin.

Girîng e ku hûn bi vaksînên xwe yên COVID-19 re hempayê rojane bimînin. Herm bîrovekî dibe ku hewcê wan bi vaksînek cûde a COVID-19 û di wextek cûde da hebe. Bi dabînkerê xwe ê lênêrîna tenduristiya we re bipeyivin da ku hûn bizanibin hewcê malbata we bi çiye ku bikin ew bi nûjenî ya hempager bimînin.

Zarok

Vaksînên COVID-19 ko bo zarokan bi ewle ye.

Zarokên kû hatine vaksînkirin dikarin bibin alîkar ku ew pêşî li belavbûhîna vîrusê li xwisk û birayên piçûk, dapîr û civata firehtîr bigrin.

Di derheqa vaksînên COVID-19 bo zarok û ciwanan zêde agahdar bin.

Jinên bi hemle an ên şîrdidin

Vaksînên COVID-19 bi ewle ne heke hûn bihemle/dûcan bin, şîr din, an jî ji bo bihemlemayînê planek dikin. Hûn dikarin vaksîna xwe di her heyamek bihemlebûyînê da li xwe bidin.

Di derbarê vakslêdanên ducaniyê, şîrdanê, û COVID-19 de bêtir fêr bibin.

Mîrovên astengdar/seqet

Kesên biasteng bi xetereya nexweşiya giran a ji ber COVID-19 re rû bi rû ne û divê ew vaksînên xwe li xwe bidin.

Heke hûn bêtir alîkarî an jî piştgirî dixwazin, hûn dikarin li ser 1800 643 787 bi Xetalîkarîyê ya Disability Gateway re têlefon bikin. Ew dikarin ji bo we kada qewlek çêbik in.

Heke hewcê we bi tercûmanek heye, têlefona Kargûzarîya Tercûmanî û Wergerînê li ser 131 450 bikin û ji wanre bêjin bila têlefona Rêdergeha Seqetîyê bikin.

Kesên niha ku pirsgirêkên wan ên tendirustîyê hene

Kesên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene ji COVID-19 di xetereya nexweşiya giran de ne û divê vaksîna xwe li xwe bidin.

Lige pêşkêşkarên lênêrîna tenduristîyê ên xwe di derheqa qençtirîn vakînên bi gorî mercên we biaxifin.

Li kêder têye vaksînkirin

Hûn dikarin vaksînên xwe li van deveran li xwe bidin:

  • Clînîkên Hikûmeta Nawendî a bo vaksînlêdanê
  • Pêşdarîyên ên tenduristîya gelemper
  • Kagûzarîyên Tenduristîya Civakî ku ji hêla Aborcîyanva tê Kontrolkirin
  • Klînîkên wîlayet û herêma, û dermanxaneyê pêşdarbûyî
  • Derman xwanên bêşdar dibin.

Diktorê we ê malbatê nikare mesrefên vaksînê.

Ji bo ku hûn klînîka vakslêdanê a herî nêzikî we bibînin û qewilek ji bo lêdana vaksîna xwe Lêgera Vaccine Clinic Finder (Clînîka Vaksînê) bikar binin. Heke hewcê we bê tercumanek bi tîlê an ji li ser cîhê vaksînlêdanê hebe bi ew roja randevûya we, li ser 131 450 tîlefona Kargûzarîya Wergerîn û Tercûmanî yê bikin.

Heke qertê we ê Medicare tune be

Heke qertê we ê Medicare tune be, hûn dikarin li van deveran vaksîna xwe li xwe bidin:

  • Clînîkên Hikûmeta Nawendî a bo vaksînlêdanê
  • klînîka vakslêdana welayet an herêmê
  • derman xwanên bêşdar dibin.

‘Hey Eva’ – Hêsanî Bidestxistina Vaksînê

EVA, xizmetkarîyek hêsa a bi rêya têlefonê ye bo qewil çêkirina vaksîna COVID-19 ye. EVA, di naveyna kadjimêr 7am heya 10am (AEST) dixebite, û 7 rojên hefê jî vekirî ye.

Heke hewcê we bi alîkarîyê bo qewlidayîna bo vaksîna COVID-19 heye, mesajek niviskî ji 'Hey EVA' li ser 0481 611 382 re birê ke.

Dema we mesajek ji EVA re şand hûnê bersivek ku ji we dipirsin biştînin:

  • nav
  • zimanê daxwazkirî
  • tarîx û kada daxwazkirî
  • hêjmara herî başa bo ku ji were telefon bête kirin.

Karmendek perwerde kirim ji National Coronavirus Helpline wê di wexta ku we gotîye ji bo qewil çêkirina bo vakslêdana COVID-19 wê têlefona we bike.

EVA agahdarî û şîretên li ser vaksînên COVID-19 pêşkêş dike û alîkarî dike di derbarê:

  • pêşkêşkirina agahdarî û şîretên li ser vaksînên COVID-19
  • alîkarîya bo dîtina clînîkek bê çêkirina qewlekî
  • alîkarîya bo dîtina clînîkek bê çêkirina qewlekî
  • çêkirina têkilîyên we bo alîkarîya tercûmanîya belaş.

Berîya vaksîna COVID-19

Gere we heta neha wiya nekiribe, randevûyek çêbik in.

dîtina klînîkek û çîhveqetandin

Heke kerta we a Medicare hebe, binhêrin ka hûragahîyên li ser nûjen in:

Dibe ku ji we were xwestin da ku berî hevdîtina we forma destûrdayînê tijî bikin, an jî heke hûn ji bo mîrovek din biryara vaksînkirinê didin.

Formê destûrdayînê bixînin.

Agahdarî û formên destûrdayînê bo zarokên 5 heyat 11 salîyan bixînin.

Biştî vaksîna we a COVID-19

Piştî vaksînkirinê a we hûnê herî kêm 15 deqe ji ber reaksiyonên hesasîyetê ên kêmderbûyî pêtne çavdîrî kirin. Ew kesên ku derzî li we dixe hatine perwerde kirin ku bi çi awahî midaxlek zûtîrîn di cîhde a peydabûna hesasîyetê bikin.

Bi taybetî hesasîyên ji ber vaksînên COVID-19 sivik in û di nav 1 heta 2 rojan de debas dibin. Heasîyetên hevpare evana ne:

  • êşa li ser mil a cîhê derzî lêketîye
  • westiyayî
  • serêşî
  • êşa masulê
  • ta û serma.

Mîna her derman an vaksînê, dibe ku bandorên hesasîyetê yên kêmdîtî an ên nenas peyde bibin. Heke hûn difikirin ku bi were banorek hesasîyetek xidar bi were heye pêwendî li gel pisporên lênêhrîna tendustîyê, an Xetalîkarîya Koronavêrûs a Netewî bikin.

1800 020 080

Heke hewcê we bi tercûmanekî heye, têlefona Xetalîkarîya Koronavûrûs a Netewî bike û bijarta 8 biniqîn e.

Delîlê Vakslêdanê

Hûnê bikaribin bi gihîştina Daxwuyaniya Dîroka Vakslêdanê ya xwe delîlek vakslêdanna COVID-19 bidest bixin.

Bi van rêyan hûn dikarin xwe bigihînin Belgenameya Tarixa Derzîlêdanê:

Heke qertekî we ê Medicare tûnye, an jî hûn nikarin bikevin hesabê myGove, hûn dikarin bi vî awahî Belgenama Tarîxa Derzîlêdana xwe werbigrin:

  • ji pêşkêşkarê vksînlêdanê bixwazin ku kopîyek ji were çapbikin; an ji
  • Têlefona xeta lêpirsînê ya Australia Immunisation Register bike li ser 1800 653 809 (8 am - 5 pm ji duşemê heya Înîyê AEST) û ji wan daxwaz bike ku daxwîyanîya we bi e-namê ji were bête şandin. Dikare heta 14 rojn ji bikişîne da kû ev were email a we.

Bo agahdarîya zêde da hûnê çawa bikaribin belgenama delîlên vaksînlêdana xwe a COVID-19, malpera Services Australia website bibînin.

Ji bo agahdarîyên pêbawer biçîn kurê

Ev yeka girîng e ku hûn li ser COVID-19 û bernama vakslêdana COVID-19 de bi çavkanîyên pêbawer û yên fermî ahagdar bimînin.

Bersivên pirsên hev par ên derheqa vaksîna COVID-19 bi 63 zimanan peyda dibin.

Agahdarîyên li ser COVID-19 ên bi zimanê we bixînin.

Çavkanîyan

Language: 
Kurdish - Kurdî
Last updated: 
13 May 2022