Ji bo bihêzîya bûnyatê wext digre
Pşitî we vaksîna xwe li xwe da dê wêxt bigre heta ku bedena we lêberxwdayîya bersiva bûnyata were dayîn.
Ev infograf rêbazîye ji bo dema we vaksîna COVID-19 li xwe da û wê kêja vaksîn û dozaj têye pêşnîyarkirin.
Hûnê parastinek qismî li dora 12 rojan piştî dozaja yekemîn a qursa xweya sereta bistînin. Dozaja duyemîn a qursa weya seretayî laşê we teşwîq dike ku parastina bihêztir (berevanî) biafirîne. Ji bo ew kesên xwedan qelsîya parastina bûnyatên a giranin dozajek qursa seretaî ya sêyemîn hewce ye.
Berî ku hûn parastinek bihêztir bidest bixin, piştî dozaja zêdeker 7 heya 14 rojan digire.
Zêdetir di derheqa dozajên zêdeker bibînin.
Parastin çendîn rojan berdewam dike
Vaksînên COVID-19 ji bo parastina li hember nexweşiyên giran, çûndina nexweşxanê, û mirinê pir baş dixebitin. Lêbelê, bandora wan li heber enfeksiyonan bi di nav demê de kêmtir dibe. Lêkolînerên li çaralîyê çîhanê fêr dibin:
- parastin çendîn rojan berdewam dike
- Heke hewcedarîya we bo dozajek zêdeker hebe,wek mînek zêdekerek salane.
Heya nuha, ger ji dozaja weya paşîn a vaksîna COVID-19 6 meh an dirêjtir be, hûn dikarin dozaja xweya zêdeker a belaş tomar bikin.
Di derheqa dozaja zêdeker fêr bibe.
Sertîfîkaya dîjîtal a COVID-19 werbigre
Piştî ku we qursa xweya bingehîn a vaksîna xwe ya COVID-19 qedand, hûnê bikaribin sertîfîkaya xwe a vaksînlêdanê werbigrin. Ew dikare bi qasî 2 hefteya bigre piştî ku dozaja weya duyemîn li xwe da bidest bixin.
Hûn dikarin sûretek a delîlê vaksîna xwe a COVID-19 bi rêya Daxuyaniya Dîroka Vakslêdana xwe bidest bixin.
Bi van rêyan hûn dikarin xwe bigihînin Belgenameya Tarixa Derzîlêdanê:
- serhêlê/online, bi sazkirina hesabê xweya myGov û dûve re vegihandina hesabê xwe yê serhêl ê Medicare
- Bi rêya Express Plus Medicare mobile app.
Heke qertekî we ê Medicare tûnye, an jî hûn nikarin bikevin hesabê myGov, hûn dikarin bi vî awahî Belgenama Tarîxa Derzîlêdana xwe werbigrin:
- ji pêşkêşkarê vksînlêdanê bixwazin ku kopîyek ji were çapbikin; an ji
- têlefonî xeta lêpirsînê ya Tomara Vakslîdanê ya Australia li ser 1800 653 809 bike (8 sibê- heya 5-ê êvarê ji Duşemê heta Înîyê AEST) û ji wan daxwaz bike ku beyannama we bi e-nameyê ji were bişînin. Dikare heta 14 rojn ji bikişîne da kû ev were email a we.
Bo agahdarîya zêde da hûnê çawa bikaribin belgenama delîlên vaksînlêdana xwe a COVID-19, malpera Services Australia website bibînin.
Bandorên hesassîyê
Reaksîyonên xidar û ên alerjîyê ji ber vaksînê kêm hatine dîtin. Bi tayîbetî dinav 15 deqîqan de piştî we vaksînê li xwe da têye dîyarbûyîn.
Piştî vakslêdana xwe herî kêm 15 deqîqeyan hûn û bêtne çavdêrkirn. Ew kesên ku derzî li we dixe hatine perwerde kirin ku bi çi awahî midaxlek zûtîrîn di cîhde a peydabûna hesasîyetê bikin.
Heke bandorên hasasîyê ên vaksînlêdanê bi were hebe
Piranîya bandorên hesassîyê ên potansîyel sivik in û di çend rojan de hûnda dibin. Pir kêm, dibe ku bandorên hesasîyê cidîtir bin.
Fêr bibe ka kengê divê hûn ji bo bandorên hesassîyê daxwaza alîkarîyê bikin.
Hûn dikarin her ew nîşanên ku hûn pê re rû bi rûn ne bi riya nîşanan ya healthdirect symptom checker kontrol bikin.
Ji bo bandorên hesasîyê mûayene bibin
Her weha hûn dikarin her dem li ser hêjmara 1800 020 080 telefonî xeta alîkariyê ya vaksînakirina koronavîrusê û COVID-19 ya neteweyî bikin.
Di derbarê ewlehiya vaskînlêdanê û bandorên hesassîyê yên giştî de bêtir fêr bibin, an jî bandorên hesassîyê ên taybetî yên têkildarî vê pirsêne bibînin:
Reaksiyonek gumanbar and bandorek hesassîyê rapor bikin/rabigihînin
Ragihandina bandorên heassasîyê û reaksiyonên gumambar ji me re dibe alîkar ku ewlehiya vaksînê. Her raporek bi qîmet e u dibe alîkarîya ku da ku vakslêdanî bi ewle be.
Heke hûn an bijîjkek difikirin ku we reaksiyonek an bandorek hesassiyê ya vakslêdanê heye, ji kerema xwe vê yekê ragihînin.
Hûn dikarin ji doktorên xwe bipirsin ku ji bo we Raporê bide Birêvebiriya Karên Tedawîyê (TGA)
An jî hûn dikarin bandorên hesassîyên xwe bi xwe rabigihînin:
- ji bo daîreya tenduristiyê ya welayetê an herêma xwe
- ji bo NPS MedicineWise Adverse Medicine Events Line li ser 1300 134 237
- bi rêya forma raporkirina serhêl/online a TGA.
Heke we bandorek hesassîyê a kêmdîtî hebe, dibe ku hûn di bin programa tezmînata birîna vaksînlêdana COVID-19 de bin û mafdarbin ji bo tezminatê.